Bestenî, glasê komekê şîraniyan e ku ji qeşa û şîrê tê çêkirin. Bi bandora zimanên Ewropayê, kurdên li Ewropa îs, îskrêm jî dibêjin. Kurdên êdî baş bi zimanê xwe nizanin wê bi tirkî (dondurme) yan bi erebî û farisî jî binavdikin.
Norm û cureyên wê
Li Ewropayê xwarin û hilberîna besteniyê bo norman ve hatiye girêdan. Dadweriya YEyê ne tenê bestenî, tevahiya xwarin û xurdemeniyê bi norman ve girêdaye. Mirov nikare her tiştê tevlî besteniyê bike, ji madeyên organîk pêk hatiye. Bestenî ne ewçend dirêj tê xwedîkirin, besteniya baş a teze ye.
Gorî pirraniya têkela xwe, hin ji cureyên wê:
Besteniya kremayê, kremabestenî
Besteniya qeşayî
Besteniya fêkiyan
Besteniya fêkî û kremayê
Besteniya şîrî (herî kêm 70 % şîr)
Besteniya ji gelek têkelan
Besteniya avî
Xurdemeniyên din ên dikevin besteniyê (yên sereke)
Uwe Koch: Eis. Praxishandbuch der traditionellen und handwerklichen Speiseeisherstellung. Matthaes, Stuttgart 2008, ISBN 978-3-87515-104-6 (Der Autor ist Konditormeister und Leiter der Eisfachschule in Iserlohn.) (almanî)