Famîleya çinaran (Platanaceae), famîleyeke riwekan e. Di desteya Proteales (berê Hamamelidales) de cih digire. Hin endamên vê malbatê dar, hin jî devî û giya ne. Navdara vê komê dara çinar (dar)ê ye ku navê xwe jî daye vê malbatê. Li pirraniya parzemînan (herwiha Kurdistanê jî) endamên malbatê tên dîtin.
Li nîvkada bakur 6 cinsên vê famîleyê hene, hemî jî di baxçevaniyê de tên bikaranîn. Fosîla vê darê ya 115 milyon salî ye, hatiye vedîtin.