Nanê tarîganê

Nanê tarîganê herî kêm 90 % ji ardê (arvan) tarîganê tê çêkirin. Li Kurdistanê jî berê gelek dihat xwarin. Kurdan bo çêjdarkirinê hinekê ardê genimê û kakil jî tevlî dikirin.

Nanên reş bo tenduristiyê baş in, qelew nakin, barê dil û demarê giran nakin. Hevîrê wî ji ardê tarîganê, ardika tarîganê, av, hevîrtirş, xwê (solin) û li ser daxwazê biharbêhn (biharat), kakilê tê strîn. Hevîrstrandina wî ji ya hevîrê genimê dijwartir e. Pîvanên berpijiyê (melzemeyê pijandina nan) divê neyên bihartin.

Gotarên têkildar