Pêjgeha Tirkiyeyê, xwarinê romiyan (tirk) (bi romî: Türk mutfağı), ji tevahiya cureyên dewlemendiya aşpêjxaneya Tirkiyeyê re tê gotin.
Tirkiye dewleteke nû ye. Tirkiye li ser mîratê împeratoriya Osmanî ava bûye. Di destpêka sedsala 20 de romî destpê dikin ji xwe re neteweyekê ava dikin û jê re tirk dibêjin. Di rastiyê de tirk navê gelekê ye, ji navenda Asyayê hatine, li axa Anatolyayê bicih bûne. Bi sedsalan pêşengiya îslamê di destê xwe de girtine, bi viya belav bûne. Ji ber wê kîjan gel bûye misilman, di heman demê de bûye tirk jî, li ser navê tirkan hatiye hesabkirin. Serpêhatiya pêjgeha Tirkiyeyê jî heman e.
Li Tirkiyeyê ji xeynî tirkan, laz, çeçen, adigeyî, bosniyayî, ereb, yewnan, ermenî, suryanî, gurcî jî dijîn. Kurd jî hene li Tirkiyeyê. Dema Osmanî têkdiçin, gelên misilman tên li Anatolyayê dicivin. Bi xwe re pêjgeha xwe jî tînin. Pêjgeha tirk gelek dewlemend e, lewra ji dewlemendiya gelek gelan e.
Tirk bi van tehman di qada navneteweyî de tên naskirin. Ji lehmecûna erebî re li Ewropa "pîzzaya tirkan", ji qehweya erebî re, "qehweya tirkan" dibêjin. Lewra tirkan van xwarinan bi xwe re birine Ewropayê.
Gelek xwarinên kurdî jî li ser navê xwarinên tirkî tên hejmartin. Li Ewropayê restoranên kurdan jî xwarinên xwe yên kurdî bi navê "xwarinên tirkî" didin nasandin.