Siltanatiya Rûmê

Siltanatiya Rûmê
سلجوقیان روم Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: 
Paytext
  • Qonye (1098–1307)
  • Nicaea (1077–1098) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî keyîtî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1077 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 1307 (Julian) 
 •  Rûerd 400 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Siltanatiya Rûmê dewletekî misilmanên sunî bû ku piştî Şerê Milazgirê ji aliyê tirkên selcûqî li ser erd û gelên Bîzansî (Rûm) yên Anatolyayê hatiye avakirin. Navê Rûm ji bo Împeratoriya Romaya Rojhilat a serdema navîn û gelên wê, wek ku di tirkiya îro de maye hevwate bû.

Siltanatiya Rûmê di sala 1077an de ji Împeratoriya Selçûqiyan a Mezin ku di bin serokatiya Silêman îbn Qutalmiş de bû veqetiya, tenê şeş sal piştî ku parêzgehên Bîzansî yên Anatolyaya navîn di şerê milazgirê (1071) de hatin zeft kirin. Paytexta wê pêşî bajarê Îznîk û piştre jî bajarê Qonyeyê bû. Di dawiya sedsala 12an û di destpêka sedsala 13an de gihîştiye bilindahiya hêza xwe yê dema ser ket ku benderên sereke yên Bîzansê li peravên Deryaya Navîn û Deryaya Reş bigire. Li rojhilat jî siltaniye gihiştiyê heya gola Wanê. Ji Îranê û Asyaya Navîn bazirganiya bi rêya Anatolyayê bi sîstema karwanserayan dihat pêşxistin.

Hilweşîna dewleta Selçûqiyana Anatolyayê gelek mîrgehên anatolyayê yên biçûk (mîrektiyên tirkan) li pey xwe hiştin ku di nav wan de xanedana Osmaniyan jî hebû ku di dawiyê de erdên mayî hate bidestxistin û dibe sedema avakirin Împeratoriya Osmaniyan.

Çavkanî

  1. ^ Canby, Sheila (28 gulan 2020). Seljuqs and their Successors: Art, Culture and History (bi îngilîzî). Edinburgh University Press. ISBN 978-1-4744-5037-9.
  2. ^ Wittek, Paul (20 gulan 2013). The Rise of the Ottoman Empire: Studies in the History of Turkey, thirteenth–fifteenth Centuries (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-136-51319-0.