Îran |
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
---|
Têkiliyên Îran û DYAyê têkiliyên Komara Îslamî ya Îranî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dihundirînê.
Yekemîn car peywendiyên DYA û Îranê bi awayeke fermî li sala 1882ê destpê kirin. Di Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî de û berî serhildanê, pêywendiyên Amerîkiyan li Îrane bi rêya mîsyoneran ve birêvediçû. Piştî serhildanê ji bo ku Amerîka xweyitiyê li mîsyoneran bike 5ê gelawêja 1882yê S.G.W Benjamîn wek serkonsolos û mezlehetgozarê Îranê tayîn kir