Zimanên Hindistanê yan jî zimanên ku li Hindistanê têne axaftin, temamiya zimanan e ku li Hindistanê têne axaftin in û bi tevahî ji 400 ziman û zaravayan pêk tên. Zimanê hindî û Zimanê îngilîzî, zimanê fermî ya welêt e û di hemû belgeyên fermî de Zimanê hindî û Zimanê îngilîzî wekê zimanê sereke têne bikaranîn.
Zimanên ku li Hindistanê têne axaftin ji çend malbatên zimanan in. Zimanên sereke zimanên hind û ewropî ye ku ji hêla rêjeya ji sedî 78.05 hindîyan ve têne axaftin. Zimanek dinê ku aliyê girseyek girîng ve tê axaftin zimanên dravidî ye ku ji hêla rêjeya ji sedî 19.64 hindîyan ve têne axaftin in. Ev her du malbat bi hev re carinan wekî zimanê hindî têne zanîn
Dagirkirina Birîtanyê ya Hindistanê, bandor li welat kiriye ku zimanê îngîlîzî li welat bûye zimanê perwerdehî û zimanê karsaziyê. Zimanê îngilîzî bi destûra bingehîn a welat li welat bûye zimanê fermî ya Hindistanê.
Di roja îro de zimanê îngilîzî bi zimanê hindî re li welat bi awayekî fermî tê bikaranîn.
Ziman | Axêverên zimanê yekem | Axêverên zimanê yekem
wekî ji sedî nifûsa giştî |
Axaftvanên zimanê duyemîn
(milyon) |
Axêverên zimanê sêyem
(milyon) |
Bi tevahî axêver (milyon) | Tevahiya axaftvan wekî ji
sedî nifûsa giştî |
---|---|---|---|---|---|---|
Hindî | 528.347.193 | 43,63 | 139 | 24 | 692 | 57.1 |
Bengalî | 97.237.669 | 8.30 | 9 | 1 | 107 | 8.9 |
Maratî | 83.026.680 | 6.86 | 13 | 3 | 99 | 8.2 |
Teluguyî | 81.127.740 | 6.70 | 12 | 1 | 95 | 7.8 |
Tamîlî | 69.026.881 | 5.70 | 7 | 1 | 77 | 6.3 |
Gujaratî | 55.492.554 | 4.58 | 4 | 1 | 60 | 5.0 |
Ûrdûyî | 50.772.631 | 4.19 | 11 | 1 | 63 | 5.2 |
Kanadayî | 43.706.512 | 3.61 | 14 | 1 | 59 | 4.9 |
Odia | 37.521.324 | 3.10 | 5 | 0.03 | 43 | 3.5 |
Malayalamî | 34.838.819 | 2.88 | 0.05 | 0.02 | 36 | 2.9 |
Pencabî | 33.124.726 | 2.74 | 0.03 | 0.003 | 36 | 3.0 |
Assamese | 15.311.351 | 1.26 | 7.48 | 0.74 | 24 | 2.0 |
Maithili | 13.583.464 | 1.12 | 0.03 | 0.003 | 14 | 1.2 |
Meitei (Manipurî) | 1.761.079 | 0.15 | 0.4 | 0.04 | 2.25 | 0.2 |
Îngilîzî | 259.678 | 0.02 | 83 | 46 | 129 | 10.6 |
Sanskrîtî | 24.821 | 0.00185 | 0.01 | 0.003 | 0.025 | 0.002 |
Lîsteya jêrîn ji hemî axaftvanên zimanên li parzemîna hindî yên ku li çaraliyê cîhanê ye di çapa sala 2019an a Ethnologue (Etnolojî) de hatiye weşandin.
Ziman | Bi tevahî axaftvan (milyon) |
---|---|
Hindî | 615 |
Bengalî | 265 |
Ûrdûyî | 170 |
Pencabî | 126 |
Maratî | 95 |
Teluguyî | 93 |
Tamilî | 81 |
Gujaratî | 61 |
Kanadayî | 56 |
Odia | 38 |
Malayalamî | 38 |
Assamese | 15 |
Santali | 7 |
Meitei (Manipurî) | 1.7 |
Sanskritî | 0.025 |