Şerê tîtanan

Şerê tîtanan
Şerê di navbera xwedawend û dêvan, bi destê Joachim Wtewael (1566-1638)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şerê tîtanan, Tîtanomaxîa, di mîtolojiya yewnanî de şerê di navbera xwedawendên olîmpî û yên tîtanan de. Li gorî bawermendan destpêkê de bi rêberiya xwedawend Zeus li hemberî serhildana bavê xwe Kronos şerekî dijwar di navbera nemirên dînê Yewnanistana kevnare de qewimiye.

Zeus bi alîkariya diya xwe ji destê bavê xwe filîtî. Ji bavê xwe dûr li girava Krîtê hat mezinkirin. Serê xwe hilda nemiran li xwe kom kir. Ji wan ra soz da ku ti statuyên wan bihata parastin. Gelek Tîtan jî di hemberê Kronos beşdarî hêzên Zeusî bûn. Ew deh sal şer kirin. Hêj kes nizaniya ew şer kengî biqede. Bi gotina Reayê Zeus di bin erdê devên xwediyê sed dest rizgar kir û ji wan re hingîw û şerabê xwedawenda da. Xwest ku devên bi sed dest beşdarî hêzên xwedawendan be. Devan jî beşdarî hêzên Zeusê bûn. Şer gelek dijwar bû, erdhej li Çiyayê Olîmpê heta Tartaros çêdibû, ava behrê dikeliya. Tîtanan jî xwedawendan jî têk nediçûn. Zeus pê birûskan êrîş dikir her derê şewat girtibû. Devên bi sed dest carekî se sed kevir bi hev re avêtin.

Di dawiyê de tîtan têk çûn. Xwedawendan tîtana pê zincîran girêdan wan şandin bin erdê Tartarosê. Ew der dûr û tarî ye.

Çavkanî