Aaron Swartz | |
---|---|
Jidayikbûn | 8ê çiriya paşîn a 1986ê Highland Park, Illinois |
Mirin | 11ê kanûna paşîn a 2013ê Brooklyn, New York |
Sedema mirinê | Xwekujî(Xwekuştin) |
Cihê goristanê | Shalom Memorial Park |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde | Zanîngeha Stanford |
Pîşe | Bernamekar, nivîskar |
Xebat | |
Partner | |
Dê û bav | |
Xelat | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Aaron Hillel Swartz (jdb. 8ê çiriya paşîn a 1986 - m. 11ê kanûna paşîn a 2013), bernamesaz, nivîskar û çalakvanê înternetê yê amerîkî bû. Di heman katî de jî di organîzekirina RSS de cihekî mezin girtiye. Ew di 6ê kanûna paşîn a 2011an de ji aliyê hikûmeta DYAyê ve ji ber ku wek nehênî dosya ji JSTOR daxistine, hate girtin.
Swartz di 8ê çiriya paşîn a 1986an de li bajarê Şîkagoyê federedewleta Illinoisê de ji dayik bûye. Ji ber ku dibistana amadeyî hez nedikir, di pola 10em de jê derket. Ew di Zanîngeha Stanfordê de xwendiye. Di sala 2008an de malpera Watchdog.netê derxist.
Swartz emrê xwe yê 26 salî de li Broklynê di apartmana xwe de xwe daleqand û mir. Bavê wî di cenazeyê wî de wiha got ku "Aaron ji aliyê dewletê ve hate kuştin û Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts jî jê re xiniztî kir".
Di sala 2014an de derbarê wî de belgewarekî bi navê (The Internet's Own Boy) hatiye kişandin.