Biharat, biharbêhn ji gihayên hêşîn ên hişkkirî, hêrayî yan têkelî re tê gotin. Li Kurdistanê bi biharan bi sedan cureyê riwekan tên berhevkirin û hin ji wan bo demekê dirêj bên bikaranîn tên hişkkirin an tirşiya wan tê çêkirin.
Biharbêhn, bo bêhna biharê, çêja xwezayê tevlî xwarinê bibe, bi tevî çêncê (sos) tê bikaranîn. Pêjgeha kurd pirr hez ji biharatê dike. Di gelek xwarinên kurdî de biharat heye.