Los Angeles Times rojnameya pirr-firoş a amerîkî ya li Los Angeles, Kalîforniya û rojavayê DYA'yê tê firotin e. Rojname her roj diderkeve û hejmara pêşîn di 4'ê berfanbara 1881'ê de derket. Li DYA'yê di rêza rojnameyên herî tên belavkirin de ya çarem e. Di destpêkê de rêveberên wê Nathan Cole Jr. û Thomas Gardiner bûn. Di sala 1882'an de Harrison Gray Otis bû edîtorê rojnameyê. Bi vê re pêşketineke aborî di rojnameya Times'ê de çêbû.
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)