Marie Curie

Marie Curie
Curie di sala 1911an de
Navê rastî
Marie Curie Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
Marya Salomea Skłodowska Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

7ê çiriya paşîn a 1867an
Mirin4ê tîrmeha 1934an (66 salî)
Sancellemoz (Fransa)
Sedema mirinêAplastic anemia li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêPanteona Parîsê, Cemetery Sceaux Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilPolon
HevwelatîFransa
Perwerde
  • Science Faculty of Paris
  • Flying University
  • Zanîngeha Parîsê (1891–1893)
  • X LO im. Królowej Jadwigi in Warsaw
  • Zanîngeha Parîsê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DestûrnameFaculté des sciences de Paris
PîşeFizîknas û kîmyager
Xebat
  • Traité de Radioactivité Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
Hevjîn
Zarok
  • Irène Joliot-Curie
  • Ève Curie Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Władysław Skłodowski Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Bronisława Skłodowska Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Helena Dłuska (sororal niece)
  • Kazimierz Dłuski (sister's husband)
  • Jacques Curie (husband's brother)
  • Eugène Curie (husband's father)
  • Sophie-Claire Depouilly (husband's mother) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MalbatHouse of Skłodowski Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XelatXelata Nobel a fîzîkê, 1903
Madalyayê Davy, 1903
Madalyayê Matteucci, 1904
Xelata Nobel a kîmyayê, 1911
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Marie Salomea Skłodowska-Curie (jdb. 7ê çiriya paşîn a 1867an li Warşova, Polonya; m. 4ê tîrmeha 1934an li Sancellemoz, (Haute-Savoie), Fransa; navê berê yê keçiktiyê Maria Salomea Skłodowska) kîmyager û fizîknaseke fransî ya bi eslê xwe Polonî bû.

Yekemîn jin a ku Xelata Nobelê wergirtiye û yekemîn keseke ku du caran û di du beşên zanistiyê de ev xelat girtiye ye. Sala 1903î Xelata Nobel a fizîkê bi tevî mêrê xwe Pierre Curie û Henri Becquerel wergirtiye. Dîsa sala 1911î Xelata Nobel a kîmyayê wergirtiye.

Jiyan

Di zaroktiya xwe ya li Polonya de ji ber xizanî û nexweşiyan dê û hin xûşk-birayên xwe winda dike. Sala 1883î bi dijwarî dibistana amadeyî bidawîdike. Li cem malbata parêzerekî dewlemend wekî mamosteyeke malê dixebite û pere berhedike ku li welatên dewlemend bixwîne. Wê demê li Polonya xwendina jinan a bilind nerewa bûye. Curie him li bavê xwe yê giran-nexweş xwedî derdikeve, him pere berhevdike û him jî bi dizî perwerdeya bilind a fîzîk û kîmyayê dibîne.

Di çiriya paşîn a 1891î de diçe Fransayê û hema dest bi perwerdeya matematîk û fîzîkê dike. Bi fizîknasê navdar ê hemdemî Pierre Curie re dizewice. Gelek caran tevlî konferansên navneteweyî yên fîzîkê dibe û gelek keşfan dike. Gelek caran bi fizîknasên wekî Albert Einstein, Max Planck hwd re hevdîtinan û hevxebatan pêk tîne. Keça wan, Irène Joliot-Curie, sala 1935î herwiha Xelata Nobel a kîmyayê werdigire.

Berhem

  • Recherches sur les substances radioactives, Dissertation, 1904, Lêkolîn li ser rewşa radyoaktîviteyê
  • Traité de radioactivité, 2 Bend, 1910, Rastiya radyoaktîvîteyê
  • La radiologie et la guerre, 1920
  • L'Isotopie et les éléments isotopes, 1924
  • Les rayons α, β, γ des corps radioactifs en relation avec la structure nucléaire, 1933
  • Radioactivité, 1935

Xelat û payeyên din

  • 1903 Xelata Davy-Medaille a Londonê tê tayîn, Royal Society.
  • Elementa kîmyayî ya 96, bi paşnava wê û mêrê wî tê binavkirin, Curium (Cm).
  • Li dûv wan asteorîdek bi navê (7000) Curie tê binavkirin.
  • Di nava 1910 û 1978 xebatên radyoaktîvîteyê bi navê wê tê kirin.
  • Navê wê /wan li gelek dibistan, dem, kolan hwd tê dayîn.
  • Ji sala 1980î YE gelek aksiyonan bi navê wê / wan dike. Girêdana arşîvê 2014-07-11 li ser Wayback Machine
  • Sala 1995 goristana wê û mêrê wê dibin Panthéon.
  • Dûgela Polonyayê sala 1932î enstîtuyekê ku li ser radyûmê lêkolînan dike dadimezirîne û sala 1952î bi bavê Curie binavdike.