Mozzarella, penîrê navdar ê îtalî ye. Ji şîrê bi rûn ê mih an dewarê tê çêkirin. Di zimanê îtalî de Mozzare tê wateya "birrîn"ê. Penîr heger teze be rengê wê spî, kartû be hêdî hêdî zer dibe û dihele.
Ji ber ku birûn e, penîrekî nerm e. Divê di rojê de were bikaranîn an kartû dibe. Lê teknîkên ambalajê vê derfetê dide, hin variyantên kêmrûnî, di ambalajên bivakûm de, heya 6 mehan jî xirab nabin. Mozarela di taştê, di nava selete û pîzayan de, di meqarne û hin xwarinan de tê bikaranîn.