Nepotîzm

Nepotîzm, awayekî cudakirinên subjektîv û neheqiyê ye ku ji aliyê kes an kesan ve di warên cihêreng de ku di nav de karsazî, siyaset, akademîsyen, şahî, werzîş, fitness, dîn û çalakiyên din heye, bi her awayê alîkarî dide xizm û hevalên xwe.

Nepotîzm di nav pirsgirêkên girîng ên ku di saziyên gelemperî û karsaziyê de rû didin de ye.

Nepotîzm ji demên kevnar ve ji hêla gelek fîlozofan ve ku di nav wan de fîlozofên wekî Arîstoteles, Valluvar û Confucius heye, nepotîzmê wekî xerabî û neaqilmendî hatiye dîtine û şermezar kirine.

Cûreyên nepotîzmê

Nepotîzma siyasî

Nepotîzma siyasî cûreyek nepotîzmê ku ji aliyê kesên siyasetmedar ve kesên li dora xwe yan jî xizmên xwe ji kesên din cuda dibîne û alîkariya wan dike û kesên din piştguh dike.

Çavkanî

  1. ^ "dictionary.cambridge.org/dictionary/english/nepotism".
  2. ^ "Definition of nepotism | Dictionary.com". www.dictionary.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 çiriya pêşîn 2022.