Oksîtanya (oksîtanî: Occitània ) herêmeke dîrokî ya li başûrê Ewropayê ye ku zimanê oksîtanî di dîrokê de zimanê sereke bû û hîn jî, bi piranî wekî zimanê duyemîn tê bikaranîn. Îro Oksîtanya di navbera başûrê Fransayê, Spanya, Monako, û deverên biçûktir ên Îtalyayê de hatiye parçekirin.
Gelê Oksîtanyayê di dîroke de ji aliyê polîtîk ve tucarê nekarîbû yekîtiya xwe ava bikê û dewletek yekbûyî û serbixwe damezrînê, lê zimanê oksîtanî ku zimanekî serbixwe ye û nezîkî katalonî ye karîbû girêdanekê di nava gelê vê herêma başûrê Fransayê pêk binê. Di van demê dawî ye gelê herêmê li çand û zimanê xwe verdigere û lê xwedî derdikeve. Minakek vê yekê ew e ku li Oksîtanyayê navê gund, bajar û devedan li kêleka fransî edî bi zimanê oksîtanî jî tên nivîsandin.
The ancient language of the South France, was called, la langue d'oc, from the sound of its affirmative particle. From this circumstance, the country has been called Occitanie, and a specific portion of it, Languedoc. The French have lately formed a new adjective, Occitanique, to comprize all the dialects derived from the ancient tongue.