Beşeke rêzê li ser |
Dîroka mirovahiyê û pêşdîrok |
---|
↑ berî Homo (Epoka Plîosenê) |
Pêşdîrok (sîstema sê serdemî) |
Dîroka nivîsî |
↓ Siberoj (Epoka holosen) |
Paleolîtîk (bi yewnanî: παλαιός, lat. palaios "kevn" û λίθος, lithos, "kevir") an jî Serdema kevirî ya kevn beşa herî kevn a serdema kevirî ye ku bi bikaranîna amûrên kevirî yên yekem nêz. 3,3 milyon sal berê dest pê dike û heta Pleîstosenê, nêz. 11.650 sal beriya dema niha dewam dike.
Ji beşa destpêkê ya Paleolîtîkê re Paleolîtîka jêrîn tê gotin, ku ji Homo sapiens kevntir e. Paleolîtîka jêrîn nêzîkî 2,5 mîlyon sal berê bi Homo habilis (û cinsên têkildar) û amûrên kevirî yên herî kevn dest pê dike. Delîlên li ser kontrolkirina agir ji aliyê mirovên kevn ve di serdema Paleolîtîka jêrîn de ne diyar e yan jî çavkaniyên wê yên zanistî gelek kêm e. Çavkaniyên herî nû piştgirî didin ku bi qasî heta niha tê zanîn bikaranîna agir a herî kevn li Şikefta Wonderwerk, Afrîkaya Başûr, berî 1 mîlyon sal pêk hatiye. Herwiha tê pejirandin ku Homo erectus an Homo ergaster di navbera 790.000 û 690.000 berî dema niha de li Pira Bnot Ya'akov, Îsraêlê agir çêkirine. Bikaranîna agir îmkanê daye mirovên kevn da ku xwarinê çêkin, germahiyê peyda bikin, û bi şevan ronahî hebe.
Homo sapiensên kevn bi qasî 200.000 sal berê peyda bûne, pê re Palaeolîtîka navîn dest pê kiriye. Guherînên anatomiyê nîşan didin ku kapasîteya zimên a nûjen jî di dema Paleolîtîka navîn de derketiye. Di serdema Paleolîtîka navîn de, yekem delîlên teqez ên bikaranîna agir ji aliyê mirovan ve hene. Hestî û darên şewitandî yên ku wek 61.000 berî dema niha re hatine tarîxkirin li şûnwarên Zambiyayê hene. Binaxkirina miriyan a sîstematîk, muzîk, hunerên kevn, û bikaranîna amûrên sofîstîke yên bi gelek parçeyan bûyerên girîng ên Paleolîtîka navîn in.
Li seranserê Paleolîtîkê, mirov bi gelemperî wekî neçîrvan-komkerên koçer dijiyan. Civakên neçîrvan-komker pir piçûk û wekhevîxwaz bûn, her çend civakên neçîrvan-komker, ên ku xwedan gelek kereseyan an jî teknîkên depokirina xwarinan ên pêşketî, carinan şêweyekî jiyanê yê nekoçer afirandine, ku tê de pêkhateyên civakî yên kompleks mîna serokêşîran û tebeqeyên civakî jî hebûn.