Welat an jî nîştiman, erda ku neteweyek yan jî neteweyên cuda li ser dijîn. Bo mînak, Kurdistan welatê kurdan û neteweyên din e ku lê dimînin. Ji welatên sînorkirî re dibêjin dewlet; hikûmet û parlamen yan hikumdarê dewletê (key, dîktator, hwd) rêvebirî û sazî û dezgeh û qanûnan ava dikin û bi vî awayî welat û dewletê bi rê ve dibin.
Welat ji peyva erebî ya wilaye anku welayet tê. Gotina Welat, di kurdî de tê wate welatbûnê, di zimanê hûriyan de rengê wa-lu-ti-in tê ser ziman. Temenê gotinê ji gotina "War" tê gotina war jî bi rengê wār tê ankû "wari" tê. Lê gotin, di dema hûriyan de bi rengê wa-ar-ri--ma û ankû bi rengê "wa-ri-i-ta"" jî hatîya ser ziman di dema hûriyan de. Her wisa hûriyan bi rengê ku-wa-li-i-ti tê ser ziman. Ev minaq jî û hê gelek minaqên weke vê ku hena di heman çavkanîyê de, temen gotina welat û pêvajoyên afirîna wê di dema hûrîyan de tîne ser ziman.
Welat, ji aliyê gotinîyê ve gotinaka bingihîn a kurdî ya. Dîroka wê diçê heta dema hûrîyan. Di dema wan de afirîya û heta roja me ku hatîya rengê xwe yê ku em î ro wê bi wê rengê bikar tênin derdixe li pêş.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |