Xwendekar, telebe, qutabî, an jî şagirt ev kes in ku di mektebekê yan jî kursekê de beşdarî dersan dibin û tehsîlê distînin.
Tehsîla destpêkî di piraniya welatên cîhanê de mecbûrî ye. Loma piraniya mirovan qismekî mezin a jiyana xwe wekî telebeyekî di sîstema tehsîlê ya resmî de derbas dikin.
Kelîmeya telebe ji kelîmeya طَلَبَة, ṭelebe ya erebî tê ku tê maneya ê ku teleb dike, şagirdên medreseyê. Di nav xelkê de bi berbelavî tê bikaranîn. Li gorî Ferhenga Kurdî- Îngilîzî ya ferhengvanê amerîkî Michael L. Chyet kelîmeya xwendekar neolojîzmekê (kelîmeyeke çêkirî) ye ku ji lêkera xwendin û paşgira -kar hatiye çêkirin. Kelîmeya qutabî ji kelîmeya قوتابی, qutabî ya soranî tê ku ew jî bi eslê xwe ji kelîmeya كُتَّاب, kuttāb ya erebî tê ku tê maneya "Mekteba Quranê". Şagirt an jî şagird ji kelîmeya شاگرد, şāgird ya farisî tê ku tê maneya telebe.
17ê çiriya paşîn wekî Roja Telebeyan a Navmiletî tê qebûlkirin ku salvegera êrîşa naziyan di 1939an de li ser Zanîngeha Pragê piştî protestoyên telebeyan ên li dijî dagirkeriya Almanyayê ya Çekoslovakyayê tê bibîranîn. Di 17ê çiriya paşîn de almanan hemû unîversîte û kolejên çekî girtibûn, zêdetirî 1200 telebeyan şandibûn kampên komkirinê yên naziyan, û neh serokên telebeyan hatibûn darvekirin.
nêzîkî nîv hêktar xwelî dide xwendikara
Xwendekar bi navê xwe yê dilê gel "telebe" bûn rêber.